Dozgerê Tirk pirsên sosret li parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz ên hatin binçavkirin, kir. Parêzeran jî serî li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa û Parlamenta Ewropayê dan û xwestin, hikûmetê hişyar bikin.
Îfadeyên 29 kesên ku di nav de 9 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî hene ji aliyê 3 dozgerên ku anîne Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ve tên girtin. Di îfadeyên dozgeriyê de parêzeran mafê xwe yên bêdengiyî bi kar tînin. Balkêş e yekem car e ku dozger tê emniyetê û îfade digire.
Pirsên ku ji parêzeran tên kirin gelekî balkêş in. Parêzer Ramazan Demîr ê ku binpêkirinên mafên mirovan ên li bajarên di bin dorpêçê de ne bir rojeva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî, pirsa çima diçin girtîgehan û bi muwekîlên xwe re çima hevdîtinê pêk tînin, hat kirin. Di dema pirsan de nûçegihana Bîanetê Elîf Akgul a ku bi telefonê ve li Demîr geriyaye û têkîldarî parastina bi zimanê dayikê agahî xwestiye jî hebû.
Ji Demîr ê ku ji dozger re got "ez ê îfadeya xwe li edliyeyê bidim" 12 pirsên wiha hatin pirsîn:
* Di nava PKK'ê de xizmên we heye?
* Hûn diçin serdana xizmê xwe yê di girtîgehê de?
* Eger hûn diçin wekî din bi kê re hevdîtinan pêk tînin? Beriya ku biçin hevdîtinê agahî didin kesekî?
* Ji bilî xizmên xwe yên li girtîgehê, girtiyên ku hûn diçin serdana wan hene?
* Hûn endamê komeleyekê ne?
* Hatiye tespîtkirin ku hûn ji parêzerên kurye ne. Di vê çarçoveyê de kesên ku di kordînasyonên rêxistinê de cih digirin bi berfirehî vebêjin.
* Li girtîgehê kesên ku ji xebatên rêxistinê berpirsyar in kî ne, vebêjin?
* Têkîliya di navbera girtî û rêxistinê de vebêjin?
* Bi we re wekî din kîjan parêzer kuryetiyê dikin vebêjin?
* Di 2.7.2013'an de kesa bi navê Elîf Akgul li we geriya ye û têkîldarî parastina bi zimanê dayikê agahî xwestiye? We agahiyekî çawa da, vebêjin.
* Di 1.5.2013'an de kesa bi navê Elîf Akgul re hûn di telefonê de têkîldarî 1'ê Gulanê çi axivîn? Agahiya berfireh bidin.
* Di 5.6.2013'an de di çalakiyên wekî tê gotin Parka Geziyê we xebatekî çawa meşand?
Hate hinbûn ku pirsên ku ji Demîr hatine kirin ji 8 parêzerên din jî hatiye kirin 9 parêzeran jî mafên xwe yên bêdengiyê bi kar anîne. 9 parêzeran jî gotine ku divê îfadeyên parêzeran li edliyeyê bê girtin ev yek pêkanîna dema 12'ê Îlonê ye.