Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li Panosê li dijî girtiyan êşkence heye: Bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ye

Hevserokê Şaxa TUHAYDER'ê ya Wanê Çetîn Uyar nerazîbûn nîşanî êşkenceya hovane ya li dijî girtiyên jin ên li Panosê da û got, “Ev êşkence bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ye."

Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER) ya Wanê têkildarî êşkenceya hovane ya li dijî girtiyên siyasî li avahiya komeleyê daxuyanî da. Hevserokê komeleyê Çetîn Uyar di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Desthilatdariya Tirkiyeyê li girtîgehan bêhiqûqiyê esas digire. Desthilatdara ku xwedî li mîrateya faşîzma 12’ê Îlonê û êşkencekar Esat Oktayan derdikeve, hewl dide li ser girtîgehan teşeyê bide civakê.”

Uyar destnîşan kir ku di serdema AKP’ê de di qada demokrasî, mafên mirovan û azadiyan de binpêkirinên giran hatine jiyîn û wiha dirêjî domand, “Desthilatdariya ku hemû qadên civakî bi rêya tecrîd, zext, êşkence û polîtîkayên tirsandinê bisînor dike, bi sepanên keyfî yên derhiqûqî û derqanûnî re sedema sereke ya krîzên civakî ye. Yek ji qadên herî zêde ev derhiqûqtiye lê tên kirin jî girtîgeh in. Tevî hewldanên malbatan û yên hiqûqî û raporên ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî girtiyên nexweş nayên berdan û li girtîgehan tên qetilkirin.”

'4 SAETAN ÊŞKENCE LI JINAN HATE KIRIN'

Uyar bi bîr xist ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê 4 saetan êşkence li Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku berpirsyarên fiîlî yên vê sepana faşîst bên darizandin wê desthilatdariya AKP-MHP’ê weke berpirsyar bên dîtin. Di dema vê êşkenceya sîstematîk de heqaretên ku rûmeta mirovan binpê dikin hatine kirin û piştre jî girtî 4 saetan bi awayekî hovane hatine êşkencekirin û li erdê hatine hiştin. Dema ev êşkence hatin kirin jî midûrên 1’emîn, 2’yemîn û 3’yemîn ên girtîgehê jî li wir bûn. Êşkencekaran, bi pora girtiyên jin girtin, kaş kirin û wisa li rîngê siwar kirin, li nexweşxaneyê muayeneyeke ser re hate kirin û piştre anîn. Ev yek nîşan dide ku ev binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, di çarçoveya konseptekê de tên kirin.”

BAL KIŞAND SER TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Uyar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev êşkenceya roj bi roj li girtîgehan zêde dibe, eleqeya xwe bi tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan re heye ku di pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê de tê ragirtin. Birêz Ocalan 25 sal in di şert û mercên giran ên tecrîd û îzolasyonê de tê ragirtin, nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û hemû mafên wî yên ragihandinê tên astengkirin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi kûrkirina tecrîd û şer re li pêşiya avakirina aştiya civakî astengiya herî mezin e. Tekane rêya aştî, aramî, demokrasî û azadiyan, bidawîkirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e.

 Êşkenceya li ser girtiyan nayê qebûlkirin. Di serî de Îmrali, divê pergala êşkence û qirkirinê ya li hemû girtîgehan bi dawî bibe. Banga me ji bo hemû parastvanên mafên mirovan, rêxistinên girseyî yên demokratîk ew e ku li dijî tecrîd, zext û êşkenceyên li girtîgehan dengê xwe derxînin. Ev êrîşên li dijî girtiyên siyasî, êrîşên li dijî tevahiya civakê ne. Hemû girrtiyên siyasî yên ji ber ramanê azad û fikrên xwe jiyana wan hatiye bisînorkirin lê teslîm nebûyîn rûmeta civakê ne.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.