Li Ottensheîmê pîknîka ji bo piştgiriya Sûr, Cizîr û Nisêbînê

Li bajarê Ottensheîm ê Awûstûryayê, ji bo destekdayîna Sûr, Cizîr û Nisêbînê pîknîkek hat lidarxistin.

Li bajarê Ottensheîm ê Awûstûryayê, ji bo destekdayîna Sûr, Cizîr û Nisêbînê pîknîkek hat lidarxistin.

Pîknîk ji aliyê Navenda Civak Demokratîk a Kurd (NCDK) û saziya bi navê PRO ve hat organîzkeirin. Hatineyên vê pîknîkê wê pêşkêşî gelê Sûr, Cizîr û Nisêbînê werin kirin.

Şaredarê Ottensheîmê Klaûs Hagenaûer jî beşdarî pîknîkê bû û li vir axaftineke kurt kir.

Hagenaûer diyar kir, bi çalakiyên bi vî rengî gelên li vê derê baştir hev nas dikin û piştgiriyê didin hev.

Şaredar Hagenaûer da xuyakirin ku divê ev çalakî bêhtir werin lidarxistin û spasiyên xwe pêşkêşî amadekaran kir.

...