Li Osmaniyeyê li dijî xeta petrolê çalakî

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) da xuyakirin ku li Osmaniyeyê li dijî xeta petrolê çalakiya sabotajê li dar xistine.

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) da xuyakirin ku li Osmaniyeyê li dijî xeta petrolê çalakiya sabotajê li dar xistine.

Di daxuyaniya Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) de ev agahî cih girtin:

“16’ê Hezîranê saet 04.30’an yekîneyên me li dijî xeta boriyê ya petrolê ku mabeyna navçeyên Duzîçî û Hasanbeylî yên girêdayî Osmaniyeyê ne, çalakiya sabotajê li dar xistin. Her wiha li heman cihî 2 boriyên petrolê jî bi roketan hatine texrîbkirin.

16’ê Hezîranê li navçeya Duzîçî ya girêdayî Osmaniyeyê, yekîneyên me li dijî xeta elektrîkê çalakiya sabotajê li dar xistin û elektrîka navçeyê qut kirin.”