Li Osmaniyeyê êrîşî buroya HDP’ê ya hilbijartinê kirin

Li Osmaniyeyê bi çekan êrîşî buroya hilbijartinê ya HDP’ê kirin. Di buroyê de xisara maddî pêk hat. HDP’ê êrîş şermezar kir û got “Ev provokasyon e.”

Li taxa Karaboyûn a Osmaniyayê hin kesan êrîşî buroya hilbijartinê ya Osmaniyeyê kirin. Di destê sibehê de kesên ku hê nasnameya wan nehatiye diyarkirin, bi çekan êrîşî buroya hilbijartinê kirin.

11 gule li buroyê ketine û di buroyê de xisareke maddî pêk hat. Polîsan ji HDP’ê re gotine ku saet di 05.30’an de kesên ku li motorbisikletê siwar bûne, gule li buroyê reşandine.

Li pêşiya buroyê Hevserokê Bajêr ê HDP’ê Alî Coşkûn daxuyanî da û got ku, “Em vê êrîşî şermezar dikin. Em dizanin ev êrîş, dûmahîka êrîşa li Pirsûsê ye. Em dizanin bi nêzbûna hilbijartinê re ev provokasyon ew ê zêde bibin lê divê em aqilselîm tevbigerin. Bersiva herî baş em ê di 24’ê Hezîranê de li ser sindoqan bidin.”

Di rojên dawîn de êrîşên li ser HDP’ê zêde bûne. Piştî gefên Serokkomar R. Tayyip Erdogan ên li ser HDP’ê êrîş jî zêde bûn.