Li Osmaniyeyê 3 girtî ji bo mafê tedawiyê di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Osmaniyeyê 3 girtiyên siyasî, ji ber ku mafê wan ê dermankirinê tê astengkirin ji 6'ê Tîrmehê ve di greva birçbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

Li gorî agahiyan, Mehmet Farûk Engîn, Baver Başar û Îbrahîm Halîl Karataş ên ji Doza Nisêbînê tên darizandin, di greva birçîbûnê de ne. Her sê girtî jî li Girtîgeha Girtî Tîpa T Hejmara 2 a Osmaniyeyê ne.

Ji ber ku mafê wan ê tedawîkirinê tê binpêkirin di 6'ê Tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kiribûn.

Ji çalakgeran li lingê çepê yê Engîn parçeyê şarapnelê heye û saleke wî nabin nexweşxaneyê.

Başar û Karataş jî ji bo Engîn karibe bê tedawîkirin ketine greva birçîbûnê.

Girtî dixwazin astengiyên li pêşiya tedawiyê bên rakirin di alakiyê de ne.