Li Osmanbeyê pevçûn dewam dikin
Li Osmanbeyê pevçûn dewam dikin
Li Osmanbeyê pevçûn dewam dikin
Li dû êrişa polêsan a li dijî Parqa Gezî ya doh, pevçûnên li Osmanbeyê destpê kirin, dewam dikin.
Piştî destwerdana tund a polêsan, beşek ji berxwedêr li cihê metroya Osmanbeyê bend danîbûn. Pevçûnên bi polêsan re heta serê sibê dewam kirin. Polêsên ku li ber Muzeya Leşkerî ya Harbiye rawestiyane, bi berxwedêran re pevçûn. Polêsan bi bombeyên gazê êriş birin ser berxwedêran.
Di vê navberê de, çalakgerên li ber Otêla Dîvan a Taksîmê rawestiyan, jinûve li êrişa polêsan rast hatin. Pevçûnên li vir jî cih bi cih dewam dikin.