Li Osloyê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
Li Osloyê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
Li Osloyê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
Li Osloyê Komeleya Çanda Kurdistanê bi beşdarbûna gelek Kurdistanî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezîran PJAK’ê bi girseyî hate pîrozkirin.
Bernameya şahiya kurdan bi rêzgirtin dest pê kir û berpirsê Komela kurdî Rotin Amed xêrhatina gel kir û ji bo minasibeta rojê axaftinek kir û piştre peyamên pîrozbahiyên ji aliyê nunerên partiyan ve dewam kir.
Nunerê PJAKê Ehwend Ciyako li ser rojbûna Ocalan û salvegera damezirandina PJAKê axaftinek kir û bal kişande ser pêşketinên ku li herêmê diqewimin û derfetên dîrokî yên derketiye pêş gelê Kurd de. Ciyako anî ziman ku derfetên îro gelê Kurd li heremê bi dest xistine di encama tekoşîna bi salan ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana gelê kurd de çêbûne.
Her wiha, nunerê YNK’ê Handirin Bawenurî ji axaftinek kir û rojbûna Ocalan û salvegera PJAKê pîroz kir. Piştre peyama PYD jî hate pêşkêşkirin.
Nava komelê bi posterên Ocalan, alayên PKK, KCK , PJAK û balonên kesk, sor û zer hatibû xemilandin.
Piştî peyaman pasteya ku li ser “Rojbûna te pîroz be ey Roja me ” ji aliyê zarokan ve hate birîn û herwisa gelek pasta û şirînayên ku malbatan bi xwe re anîbûn hatin belavkirin.
Pîrozbahiya Kurdistaniyan heta derengiya êvarê bi govendên curbecur yên herêmên Rojhilat û Rojava û muzîkê dewam kir û sloganên ” Bijî serok Apo” û “Bê serok jiyan nabe” dihatin qêrîn.