Li Oslo û Stavangerê ji bo HDP'ê çalakî
Li paytexta Norweçê Osloyê û bajarê Stavangerê, êrîşên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê yên li dijî HDP'ê hatin şermezarkirin.
Li paytexta Norweçê Osloyê û bajarê Stavangerê, êrîşên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê yên li dijî HDP'ê hatin şermezarkirin.
OSLO
Girseya li ber Stadyona Trênê ya Osloyê kom bû, bi berzkirina dirûşmeyan di kolana herî qelebalix Karl Johanê heta ber parlementoyê meşiya. Girseya ku dirûşmeyên wek "Kujer Erdogan", "Faşîst Erdogan", "Terorîst Tirkiye", "Ji bo Demîrtaş azadî" berz kirin, ji ber parlementoyê ber bi Wezareta Karên Derve ya Norweçê meşiya. Girse li ber wezaretê navê Wezîrê Karên Derve qîriyan û dirûşmeyên wek "Tu li ku yî Brende" berz kirin.
Di çalakiyê de piştî axaftinan, operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê hat şermezarkirin.
STAVANGER
Li bajarê Stavangerê jî li kolana herî qelebalix Byparkenê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya. Norweçî bi xwe jî beşdarî çalakiyê bûn û bi çepikan piştevaniya meşê kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku, di serî de Demîrtaş û Yuksekdag heta ku hemû HDP'î serbest neyên berdan, wê çalakî bidomin.