Li Orebro û Karlstadê bîranîna şehîdan

Li bajarên Orebro û Karlstadê yên Swêdê şehîd Kasim Engîn û Zîn Avesta hatin bîranîn.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn ê ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk şehîd bû û endama Konseya Fermandaran a HPG û YJA Starê Zîn Avesta ku ji ber kanserê jiyana xwe ji dest da li Swêdê hatin bîranîn.

Çalakiyên bîranînê li bajarên Orebro û Karlstadê li parkên navenda bajaran pêk hatin.

Tevî wêneyên Kasim Engîn û Zîn Avesta her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê jî hatin hildan.

'DIJMIN DI ŞER DE LI BIN KETIYE'

Di çalakiya Orebroyê de ku li Parka Saxonê pêk hat, Hevserokê Komeleya Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê Ridvan Altûn axivî û diyar kir ku dijmin di şer de têk çûye, bi îstîxbaratê û teknîkê dixwaze şer bidomîne, lê belê wê ti carî bi ser nekeve.

Altûn bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk bi biryardarî têbikoşin.

'YEKÎTIYA NETEWEYÎ SERKETINA LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ YE'

Siyasetmedarê Kurd Nûman Van jî diyar kir ku destketiyên gelê Kurd bi saya fedakariya şehîdan hatine afirandin.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Serdar Dîzayî jî bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî. Dîzayî destnîşan kir ku rêya serketina Kurdan a li dijî welatên mêtinger, yekîtiya neteweyî ye û banga yekîtiya neteweyî li rêxistinên Kurdan kir.