Li Oldenbûrgê panela 'Şoreşa Rojava'
Li Oldenbûrgê panela 'Şoreşa Rojava'
Li Oldenbûrgê panela 'Şoreşa Rojava'
Li bajarê Elmanya Oldenbûrgê, bi mijara 'Şoreşa Rojava' panelek hat lidarxistin. Nivîskara Elman Anja Flach a weke axaftvan beşdarî panelê bû got, "Dibe ku cara yekemîn e jin, di şoreşekê de rola diyarker dileyze."
Panel duh êvarê li navenda bi navê 'Alhambra' ya li bajarê Elmanya Oldenbûrgê pêk hat û nêzî sed kes beşdar bûn. Nivîskar Anja Flach, ku di meha Gulanê de bi heyete ji sê endamên Tatort Kurdistan çû Kantona Cizîrê û sîstema rêveberiya cewherî ya li Rojava tê avakirin lêkolîn kir, çavdêriyên xwe vegot.
Flach bi taybetî bal kişand ser destketiyên tevgera jinên Kurd, rê û rêbazên organîzekirina jiyana rojane, kooperatîfên ava kirine û kûrsên bi armanca perwerdeyê hatine amadekirin. Flach da zanîn, ku di roja îro de li Rojavayê Kurdistanê, di encama têkoşîna tevgera jinên Kurd de jin tevlî hilberînê bûne, di her beşên civakê de bûne xwedî gotin û erkê û got, "Dibe ku cara yekemîn e jin, di şoreşekê de rola diyarker dileyze."
Piştî Flach nûnera 'Tatort Kurdistan' Hanna Kohlmann mafê axaftinê wergirt, bal kişand ser qedexeya li ser PKK'ê ya ji sala 1993'an û vir ve li Elmanyayê di meriyetê de ye û ji bo meşa bi daxwaza "Bila qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin, ji Mehmet Demîr re azadî" ya 29'ê Mijdarê saet di 13:00 a li Sternschanze ya li Hambûrgê de, banga beşdariyê kir. Panel bi pirs û bersiva beşdaran dewam kir.
Anja Flach ku salên dûr û dirêj in der barê têkoşîna azadiyê ya Kurd de lêkolînan dike û di vî warî de xwedî gelek pirtûkan e, di heman demê de di nava Meclîsa Jinê ya Rojbîn a li Hambûrgê de cih digire. Piştî serdana xwe ya li Rojava, weke axaftvan beşdarî gelek panelên li bi dehan bajarên Elmanya bû. Panela di rêzê de wê roja Çarşemê li bajarê Munsterê pêk were."