Li Odessayê salvegera damezirandina PKK’ê hat pîroz kirin

Li Odessayê salvegera damezirandina PKK’ê hat pîroz kirin

Li bajarê Odessa yê Ukraynayê li Navenda Ciwanan salvegara damezirandina PKK’ê hat pîroz kirin. Di pîrozbahiya ji aliyê Navenda Ciwanan ve hatî organîze kirin de hunermendên herêmî û komên muzîkê derketin ser dikê.

Li bajarê Ukraynayê Odessa 35. salvegera damezirandina  PKK’ê hat pîroz kirin. Di pîrozbahiya ji aliyê Navenda Ciwanan ve hatî organîze kirin de nûnerên Kurdan jî beşdar bûn.

Di pîrozbahiyê de nûnerekî ciwanan axivî û balkêşand ser pêvajoya Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û destkeftiyên şoreşa Kurdistanê bi dest xistî.

Di axaftina xwe de destnîşan kir ku, di destpêkê Rojava her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd destkeftiyên cidî bi destxistine û got: “Pêvajoya ku Rêber Apo li Îmraliyê destpêkiriye, gihiştiye cihekî girîng.”

Hat destnîşan kirin ku, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe divê dem neyê winda kirin.

Pîrozbahî bi muzîk û govendê bidawî bû.