Li Odessa ji bo Rojava civîna piştgiriyê
Li Odessa ji bo Rojava civîna piştgiriyê
Li Odessa ji bo Rojava civîna piştgiriyê
Kurdên li Odessa dijîn, bi armanca piştgiriyê bidin şoreşa Rojava û êrîşên li dijî Rojava şermezar bikin piştî xwarina fitarê di civînekê de hatin cem hev. Di xwarina fitarê ya li Restorana Dmask hatin cem hev de nûnerên PYD’ê yê Odessa Muhammed Abdî got: “Komên çeteyan yên li dijî PYG’ê têk çûye li ser vê êrîşê gelê sivîl dike.
Kurdên li bajarê Odessa ya Ukraynayê dijîn, bi armanca piştgiriyê bidin şoreşa Rojava û êrîşan şermezar bikin civînek pêk anîn. Bernameya bi pêşengiya saziyên kurd pêk hat li Restorana Damask pêk hat. Nûnerên PYD’ê Odessayê Muhammed Abdî got hêzên navnetewî li dijî komkujiya Rojava bê deng dimînin û ev jî tê wateya piştgiriya komên çeteyan.
Abdî got geşedanên Rojava geşedanên ku bandorê li ser hemû gelê kurd dike ye û wiha got: “Mixabin hêzên navnetewî daxwazin van geşdanên kurdan bibînin û berovajî vê piştgiriyê didin çeteyên El Nusra.Ev van hêzan lane dikin û şermezar dikin. Em bang li hemû gelê kurd dikin piştgiriyê bidin Rojava. Gelê Rojava ne tenê ye, hemû kurdên cîhanê ligel Rojavaye.
Abdî her wiha ji malbata Îsa Huso re jî sersaxî xwest.