Li Nurnbergê bîranîna şehîdan

Li bajarê Elmanya Nurnbergê, şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê NCDK Hîkmet Gencer li vir axivî û got, "Bi hêza em ji şehîdan werdigirin re, bi ser xistina vê têkoşînê erka me ye."

Di bîranînê de li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Nurnbergê belavokek hat xwendin. Endamê Komîsyona Şehîdan a Nurnbergê Bayram Gudem jî bang li xizmên şehîdan kir, ku lehengiya cangoriyan ji nifşên nû re ragihînin.

Piştî axaftina Gudem biyografiya şehîdên Nurnbergê hat xwendin û xizmên şehîdan yek bi yek derketin ser dikê û qala bîranînên xwe kirin. Di merasîma bîranînê de qurnefîl ji xizmên şehîdan re hat dayîn.

Piştre Koroya Jinên Azad a Navenda Civaka Demokratîk, ji bo bîranîna şehîdan berhemên xwe pêşkêş kir.