Li Nurnbergê 3 kurd hatin binçavkirin
Li Nurnbergê 3 kurd hatin binçavkirin
Li Nurnbergê 3 kurd hatin binçavkirin
Li bajarê Nurnberg a Almanyayê duh êvarê polîsan sê ciwanên kurd yên bi navê Sitkki Yuce, Guray Çetîn û Şako Sayman binçavkirin.
Serdegirtina polîsên Nurnberg a li hemberî ciwanên kurd didome. Duh êvarê sê ciwanên ji Mala Gel a Medya dediekvin hatin binçavkirin. Gelek polîs tevli operasyonê bûn û Sitki Yuce û Guray Çetîn piştî nîv saetê şûnde hatine berdan. Şako Sayman jî hêj di bin çavan de ye.
Di vê navberê de hat hînbûn ku polîsan ciwan tehdîd kirine hinek navên endamên mala gel bide. Hat hînbûn ku polîsan rojnameya Yeni Ozgur polîtîkayê girtiye destê xwe û rojnameger Alî Kartal tehdît kiriye.
Polîsê alman ku tu bertekê nîşanên ciwanên ku dibin endamê El Nusra nade, li dijî kurdan polîtîkaya terorê dimeşîne.