Li Nurnberg’ê mîtinga 25’ê Mijdarê
Li Nurnberg’ê mîtinga 25’ê Mijdarê
Li Nurnberg’ê mîtinga 25’ê Mijdarê
Li Nurnberg’ê bi boneye roja 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê mîtingek hat li darxistin. Li Mala Gel a Medya ku di navde gelek komên partiyên çepgir jî heyîn, li ser kolana Weiserturm ya Nurnberg’ê hatin li gel hev, bi boneya 25’ê Mijdarê bal hate kişandina ser tundiya li ser jinê.
Li bajarê Elmanya Nurnberg’ê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, bi armanca bal kişandina ser tundiya li ser jinê komên çepgir mîtingek li darxistin. Girseya ku di navde Endamên Mala Gel a Medya jî heyîn li Weiserturm’ê gihiştin hev, şideta li ser jinê, dîtinên zeyendîperest û çewsandina jinê protesto kirin.
Mîtinga ku hemû şeklên tundiya li ser jinê bi pankartên hilgirtîn protesto kirin, bi hezaran belavûk jî belav kirin.
Di axaftinên ku di mîtingê de hatin kirin de bal hate kişandina ser berdewamiya tundiya û çewsandina li ser jinê. Di axaftinan de ku hate diyarkirin pêwiste êdî dawî bê dayina van kiryaran û wiha hate gotin: “Her sal li Elmanya 300, Belçîka 70, Fransa 400, Îngîlîstanê 400 jin têne qetil kirin.”
Di axaftinan de hate diyar kirin ku pêwiste êdî dawî bê dayina van qetilkirinên li ser jinê û bal hate kişandina ku Rojhilata navîn ku Kurdistan û Tirkiye jî dinavde ye, komkujiyên jinê hîn zêdetire. Her wiha hate gotin ku piştgiriya di navbera jinan li qada navnetewî de pir giringe.