Li nûçegihan Polat 6 sal û 3 meh ceza birîn

Li nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bariş Polat bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza birîn.

Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bariş Polat dema ku belavkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bû, hatibû binçavkirin der barê wî de doz hatibû vekirin. Danişîna doza Polat li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê Polat de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Parêzer Mehmet Alagoz di danişînê de amade bû.

Parêzer Alagoz, piştî heyeta dadgehê biryar da, diyar kir ku wê îtîraz bikin û serî li dadgeha îstinafê bidin.