Li Nottingham û Manchesterê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Nottingham û Manchester ê Îngiltereyê bi çalakiyan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê hate protestokirin.

Li bajarê Nottingham û Manchester ê Îngîltereyê êrîşên dewleta dewleta Tirk bi çalakiyên girseyî hate protestokirin.

NOTTINGHAM

Çalakî li Old Market Square ya Nottinghamê hate lidarxistin û nûnerê Koma Komunîst a Şoreşger axaftinek kir.

Di axaftinan de firotina çekan ya ji bo Tirkiye û hevdîtina Theresa May a bi dîktator Erdogan re hate şermezarkirin û hate gotin ku divê zext li dewleta Tirkiyeyê bê kirin ku hêzên xwe ji Efrînê berî demekê paşve bikêşe.

Di çalakiyê de piştgiriya Îngîltere ya ji bo Tirkiyeyê hate protestokirin û belavok hatin belavkirin.

MANCHESTER

Li bajarê Manchester ê Îngîltereyê jî Kurdistaniyan êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê protesto kirin. Çalakî li Îstasyona Pacddily Tren hate lidarxistin ya ku yek ji îstasyonên herî girîng a bajêr e. Ji ber çalakiyê seferên trenê hate rawestandin.