Li Norweçê êrîşên li ser Efrînê hatin protesto kirin
Li Norweçê êrîşên li ser Efrînê hatin protesto kirin
Li Norweçê êrîşên li ser Efrînê hatin protesto kirin
Êrîşên li dijî bajarê Efrîn yê Rojava li paytextê Norweçê Osloyê hate protesto kirin.
Kurdistaniyên ku li ber Parlementoya Norweçê hatin gel hev, têkildarî êrîşên komên çete yên liser bajarê Efrînê daxuyaniyek ya şermezarkirinê dan çapemeniyê.
Piştî danezana bi zimanê Kurdî û Norweçî hate xwendin, rayedarên PYD, KNK û PJAK’ê axaftin kirin. rayedarek yê PYD’ê da diyarkirin ku, êrîşên li ser bajarên Kurdan yên Rojavayê Kurdistanê çêdibin, bê tehemuliya li hember qadên azad yên Kurda nin. Her wiha anî ziman ku, bi van êrîşan armanc dikin ku vîna gelê Kurd bişkênin, lê belê ew dê tu deman biser nekevin.
Berpirsê PJAK’ê yê Norwecê Ehwan Çiyako jî diyarkir ku, li Rojava xwedî derketin tê wateya xwedî derketina li tevayî Kurdistanê. Çiyako aşkera kir ku, yekem şehîdê PJAK’ê Rojavayiye û balkişande ser girîngiya yeketiya netewî. Di daxuyaniya çapemeniyê de li gel pankartên bizmanê Kurdî û Norweçî, wêneyên şervanên YPG’ê yên di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji destdane jî hatin hilgirtin. Weke din jî broşurên li ser rewşa dawî ya Rojava hatibûn amadekirin dan Norweçiyên ku daxuyaniya çapemeniyê şopandin.