Li Norwêc û Fransayê AKP û DAIŞ hatin protestokirin

Çalakiyên ji bo lanetkirina dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê, her dewam dikin. Kurdên li Norwêc û Fransayê, çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirkiyeyê ya destekê dide çeteyan, protesto kirin.

Çalakiyên ji bo lanetkirina dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê, her dewam dikin. Kurdên li Norwêc û Fransayê, çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirkiyeyê ya destekê dide çeteyan, protesto kirin.

Li paytexta Norwêc Osloyê, Kurd û dostên wan, ji ber komkujiya li Kobanê çeteyên DAIŞ'ê û desthilatdariya AKP'ê ya destekê dide çeteyan, protesto kirin.

Girseya gel a li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Oslo hatin cem hev, bi zimanên Kurdî û Norwêcî dirûşmên "Ji DAIŞ'ê re Na", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Ji Kurdistanê de azadî" qîriya.

BANGA PÊKANÎNAN LI NORWÊCÊ HAT KIRIN

Parlamenterê berê yê Partiya Sor a Norwêcê Erlîng Folkvord, Nûnerê PYD'ê yê Norwêcê Serbest Welat û li ser navê YJRK'ê Gulçîn Kemanger li çalakiyê peyivîn.

Di axaftinan de hat ragihandin ku çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ, deriyên sînor ên Tirkiyeyê ji bo êrîşên xwe yên li hemberî Kantonên Rojava bi kar tînin û rola Tirkiyeyê ya di van komkujiyan de hat lanetkirin. Her wiha bang li Norwêcê ku welatekî NATO'yê ye hat kirin, ku li hemberî welatekî din ê NATO'yê Tirkiyeyê, ji ber desteka ji bo terorê, pêkanînan bixe meriyetê.

CREÎL

Li bajarê Fransa Creîlê jî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, komkujiya li Kobanê hat protestokirin. Di çalakiya ku Mala Çandê ya Anatoliyê ya Nûrhak jî lê amade bû de, belavok hatin belavkirin û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Bi qasî 250 Kuırdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.

...