Li Nisêbînê 3 kes hatin girtin

Ji 9 kesên beriya 4 rojan di serdegirtinên malan ên li navçeya Nisêbînê de hatin binçavkirin 6 jê ji aliyê dozgeriyê ve serbest hatin berdan, lê belê 3 ji welatiyan bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatin girtin.

9 kesên beriya 4 rojan li navçeya Mêrdîn Nisêbînê bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hatin binçavkirin, li dû kar û barên li emniyetê radestî Dozgeriya Komarê ya Nobedar a Nisêbînê hatin kirin. Ji ciwanên îfadeya wan hat girtin 6 jê ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan, lê belê Halîl Oktay, Ramazan Tûnç û Yakûp Dogan ji bo bên girtin, sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlh hatin kirin. Her sê welatî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa E ya Merdînê hatin bicihkirin.

Komek ji ciwanan, ji bo binçavkirina ciwanan protesto bike li ser rêya Mîdyatê û şiba trenê bend danî. Lê belê polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin. Pevçûnên li ser vê êrîşa polîsan destpê kirin, li nava kolanan bi belavbûna ciwanan bi dawî bû.