Li Nisêbîn, Qoser û Cizîrê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin

Li Nisêbîn, Qoser û Cizîrê 15'ê Sibatê hat şermezarkirin

Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê salvegera 15'ê Sibatê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê bi meşên girseyî hat şermezarkirin. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi heman armancê çalakiya şermezarkirinê hate lidarxistin û rê li trafîkê girtin. Polîsan mudaxale kir û pevçûn derket.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi armanca şermezarkirina salvegera 15'ê Sibatê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê bi meşên hat lidarxistin. Gelek kesên li ber Parqa Gulşîlavê kombûn bi meşaleyan dest bi meşê kirin. Di meşa di bin pêşengiya jinan de pêk hat de sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwina te li erdê namîne" û "Fermandar Akîf nemire" hatin qîrîn. Girseyê ber bi kolana Sakarya ya ku li taxa Selahattîn Eyyobî ya ku di 13'ê çileyê de di pevçûnê de Gêrîlayê HPG'ê Mehmet Şîrîn Cebe (Akîf Dogan) jiyana xwe lê ji dest da ve meşiya. Piştî meşê welatiyên tevlî meşê bûn bi meşaleyan derketin ser manê mala Cebe lê jiyana xwe ji dest da. Welatiyan nergizên bi xwe re anîn danîn cihê Cebe jiyana xwe lê ji dest da. Piştî welatî ji ser banê malê hatin xwerê rêzgirtin girtin. Pişt re sruda "Çerxa şoreşê" xwendin.

QOSER

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji bi heman armancê meş hate lidarxistin. Di meşa ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Qoserê ve pêk hat de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê Fettah Tekîn, endamê meclîsa şaredariyê û bi sedan welatî tevlî meşê bûn. Welatiyên li taxa Ersoylu hatin cem hev pankarta "Em bi berxwedana Numanan sekna Sakîneyan komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin û azadiya Rêber Apo hinceta me ya têkoşînê ye" vekirin û sloganên "Bijî serok Apo", "PKK gele gel li vire" û "Cîhana bêyî Ocalan em dê di serê we de hilweşînin" qîr kirin. Piştî meşa li taxa Koçhîsarê bi dawî bû Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê Fettah Tekîn daxuyanî xwend û wiha got: "Em raman komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin. Her çiqas ev raman dijminahiya gelan bixwazin jî bila hemû kes bizane ku gelê li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn dê di nav biratî, yekîtî û demokrasiyê de bijîn."

Piştî daxuyaniyê çalakî bi sloganan bi dawî bû.

CIZÎR BÛ QADA XER

Li navçeya Cizîrê şa Şirnexê jî bi heman armancê bi sedan ciwanên ku 15'ê Sibatê şermezar kirin li ser kolanên Hezex û Yafesê kom bûn û çalakî pêk anîn. Piştî polîsan li kolanên Hezex û Yafesê mudaxaleyî ciwanan kir û her der bû qada xer. Bi sedan ciwanên ku li taxên Nur û Cudî kom bûn, serê xwe rûpoş kirin û 15'e Sibatê şermezar kirin. Ciwanên ku ji taxê heta kolanên Hezex û Yafesê meşiyan lastik li ser kolanê pêxistin û rê li trafîkê girtin. Ciwanan di çalakiyê de bê navber sloganên "Biji Serok Apo" û "Ocalan" qîr kirin. Gelek maşîneyên zirxî û TOMA hatin cihê bûyerê û mudaxaleyî çalakiyê kirin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şit mudaxale kir û ciwanan jî bi kevir û fîşekên havaî bersîve da polîsan. Li kolana Hezexê piştî ciwanan bersîv da polîsan pevçûn derket û her der bû qada şer. Li ser kolana Hezexê ku demek dirêj pevçûnê berdewam kir, polîsan gelek bombeyên gazê bikar anîn. Di çalakiye de panzêra polîsan ku bi lez di kolanê re derbas bû li dezgehê esnafekî xelibî û hemû fekîyên esnaf rokir xwar. Lê bêyî ku panzer raweste reya xwe bedewam kir. Ji ber mudaxeleya polîsan kolana Hezex û Yasefê vegeriya qada şer. Pevçûnê heta derengê şevê berdewam kir.