Li Nîjeryayê 20 sivîl hatin qetilkirin
Li Nîjeryayê 20 sivîl hatin qetilkirin
Li Nîjeryayê 20 sivîl hatin qetilkirin
Li Nîjerya’yê komeke çekdar girêdayî Tevgera Boko Heram ya Îslamî 20 kesên sivîl qetil kirin.
Hate ragîhandin ku komeke çekdar a girêdayî Tevgera Boko Heram a Îslamî li sûk, nexweşxane, dibistan û navendeke Polîsan li bajêr Gajîran a li Rojhilatî Nîjerya’yê êrîş pêk anîn û di encamê de 15 kes qetilkirin.
Li aliyê din jî heman tevgerê li bajaroka Balolîn Nixabora rê girtin û êrîşî şofêr û rêwiyan kirin û di encamê de 5 kes kuştin.
Têkildarî mijarê rayedarên Nîjerî dan zanîn ku lêpirsîn didome da ku encama ziyanê û hejmara kuştiyan a rast bê hînbûn lêpirsîn dane destpê kirin.
Tê îdîakirin ku Tevgera Boko Heram a Îslamî ji sala 2009’an daxwaz dike ku şerîeta îslamê li welat bê meşandin û ji bo vê yekê dest bi rêze êrîşan kiriye. Tê gotin ku hate niha di encamên êrîşên Tevgera Boko Heram de yên li Nîjerya’yê 3 hezar û 600 kes hatine kuştin.