Li navenda Atînayê teqîn

Li navenda Atînayê teqîn

Li navenda paytexta Yewnanîstan Atînayê di encama teqîneke li restorantekê de kesek birîndar bû û zerara madî rû da.

Teqîn îro li taxa Kolonakî ku setoreke navendî ye, îro danê sibê rû da. Li gorî şahidekî bûyerê, kesek an jî kesên bi motorsîkletê, teqemenî avêtin restorantê. Hat ragihandin xebatkarekî restorantê jî teqemenî ji hundur avêtiye derve û li vir teqiyaye. Xebatkarê birîndar bû, tê dermankirin lê der heqê rewşa wî de hînê agahî nehat dayîn.

Polîsan kolana restorant lê ye li trafîkê girtin. Ji ber teqînê herî kêm 2 wesaîtan zerar dîtin. Lêkolîna polîsan a li herêmê dewam dike.