Li Nantesê çelenga reş li ber Sefaretxaneya Tirk hat danîn
Li bajarê Nantesê yê Fransayê operasyonên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê yên li dijî HDP'ê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Nantesê yê Fransayê operasyonên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê yên li dijî HDP'ê hatin şermezarkirin.
Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Engîn Sîncer a Nantes, Komeleya Jinê ya Zîn, Komeleya Elewiyan a Nantesê û rêxistinên civaka sivîl ên Fransayê Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Hollenê hatin gel hev, xwestin çelenga reş danin ber Seferetxaneya Tirk a Nantesê.
Li ser vê polîsên Fransî êrîşî girseyê kir. Girseya ku li hemberî êrîşan bi paş ve gav neavêt, çalakiya rûniştinê û rêgirtina li trafîkê li dar xistin.
Piştî hevdîtinên dûr û dirêj Kurdistaniyan çelenga reş danîn ber Sefaretxaneya Tirk.
Di çalakiya ku li ber tilîliyan dirûşmeyên wek "Bijî Serok Apo", "Kurdistan goristan ji bo faşîstan" hatin berzkirin de, piştî axaftinan, terora AKP'ê ya li Kurdistanê hat şermezarkirin.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku derbeya li dijî HDP'ê li dijî hemû gelan pêk hatiye û wiha hat gotin: "Divê hemû saziyên me bi yekparebûn û yekîtiyê tevbigerin. Wê çalakiyên me bêdem bidomin. Wê gelê Kurd bêdeng nemîne, wê li dijî hemû êrîşan Elewî jî li qadan bin. Em ê serî li ber faşîzma Erdoganî netewînin."