Li Nantes û Rennesê bi daxwaza azadiya Ocalan meş û mîtîng
Li bajarên Nantes û Rennes ên Fransayê bi armanca protestokirina 15 Sibatê Komploya Navneteweyî meş û mîtîng hatin lidarxistin.
Li bajarên Nantes û Rennes ên Fransayê bi armanca protestokirina 15 Sibatê Komploya Navneteweyî meş û mîtîng hatin lidarxistin.
NANTES
Li bajarê Nantes ê dikeve Rojavayê Fransayê di pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncar (Erdal) û Komeleya Jinan a Zîn meşek hate lidarxistin. Di meşê de Komploya Navneteweyî ya 15 Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin protesto kirin.
Di mîtînga saet 16:00 de ku li pêşiya Place dû Commerce ya navenda Nantesê hate ldiarxistin, li Kurdistianiyan jî welatiyên Fransî jî beşdar bûn.
Di mîtîngê de li gel wêneyên Ocalan pankart jî li qadê hati hilawistin. Di mîtîngê de ku belavokên bi Fransî hatin belavkirin bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Di mîtîngê de bi Fransî axaftin hatin kirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Na Be” bi Fransî hatin qîrkirin.
Piştî çalakiya rûniştinê mîtîng bi dawî bû.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê Kurdistanî bi daxwaza “Azadiya Ocalan” meşek li dar xistin. Di meşê de Meşên Dirêj ê bi şîara “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” ku li gelemperiya Ewropa hate lidarxistin hate silavkirin, pişt re jî li pêşiya Şaredariya Rennesê mîtîngek hate lidarxistin.
Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde banga beşdariyê li meş û mîtînga ku wê 11’yê Sibatê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin hate kirin.