BI DÎMEN

Li Nancy û Besançonê ji bo HDP’ê çalakiyên piştevaniyê

Li dijî operasyonên rejîma AKP/Qesrê yên li hemberî Kurd û gelên din, li Nancy û Besançona yên Fransayê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Parlementerê Partiya Sosyalîst a îktîdar jî beşdarî çalakiya li Nancyê bû û ya li Besançonê jî ji aliyê gelek tevgerên çepgir û şoreşger ve hat lidarxistin.

LI NANCYÊ BI BEŞDARBÛYÎNA BI SEDAN KESÎ MEŞ Û MÎTÎNG

Li herêma Lorraîne ya Faransayê li bajarên Nancy, Saînt-Avold û Metzê bi beşdarbûyîna Kurd, Elewî û komeleyên çepgir ên Tirkiyeyê ji bo HDP'ê çalakiya piştevaniyê hat lidarxistin. 

Li ser banga HDP-Nancyê meş û mîtîng hat lidarxistin. Navenda Civaka Demokratîk, Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), Navenda Çandê ya Elewiyan, Komeleya Çandê ya Nûrhaqê û Parlementerê Partiya Sosyalîst (PS) ’ Chaynesse Khîroûnî jî beşdarî çalakiyê bûn.

Bi sedan kes li Place Magînotê ya li navenda Nancyê kom bûn. Di çalakiya ji bo piştevaniya HDP'ê hat lidarxistin de, ji bo çapemeniyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku HDP li meclîsê temsîliyeta herî xurt a gela ye û ji ber Erdoganî wê li ber dîktatoriya xwe asteng dibîne, dixwaze wê bitepisîne. 

Parlemeterê Partiya Sosyalîst  (PS)   Chaynesse Khîroûnî yê ji bo piştevaniyê beşdarî çalakiyê bû jî girtina hevserok û parlementerên HDP'î şermezar kir û got, ew ê li Meclîsa Netewî ji bo piştevaniyê bi HDP'ê re bixebitin. Khîroûnî ragihand ku ji bo parlementerên hatine girtin ew ê tora parlementerê xwişk û bira pêşniyar bikin.

Piştî daxuyaniyê girse dest bi meşê kir û piştî meşa li bajêr li Place Stanîslasê jî mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de girse dem bi dem ji bo piştevaniya bi HDP'ê dirûşme berz kirin û polîtîkayên rejîma Erdoganî û AKP'ê şermezar kirin.

LI BESANÇONÊ JI TEVGERÊN KURD Û FRANSÎ ÇALAKIYA HEVPAR

Li bajarê Besaçonê yê li rojhilatê Fransayê jî, jin, ciwanên Kurd û gelek rêxistinên ciwanan û partiyên çepgir ên Faransayê bi awayekî hevpar, ji bo piştevaniya bi HDP'ê re çalakî lidarxistin. 

Çalakiya ku li Place Pasteûra Besançonê saet di 15.00'an de destpê kir, ji aliyê Tevgera Jinên Kurd, ciwanên Kurd, Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Têkoşîna Karkeran (Lûtte oûvrîere), Federasyona Antî-Faşîst, komeleyên xwendekarên Fransî AMEB û gelek partiyên çepgir ên Fransayê hat lidarxistin.

Di çalakiya ku di bin baraneke dijwar de pêk hat, yeko yeko navên parlementerên ku ji aliyê rejîma AKP/Qesrê rehîn hatine girtin hatin xwendin. Dema navê parlementerên girtî hatin xwendin girse bi yek dengî bi Fransî azadiya parlementeran xwestin.

Piştî daxuyaniya ku ji aliyê tevgerên Kurd û Fransî hatibû amadekirin,  girse bi dirûşmeyan dawî li çalakiyê anîn.

 

...