Li Munsterê mîtînga 'em rê nedin darbeya Qesrê'
Li Munsterê, hewldana tesfiyekirina HDP'ê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de banga pêşîgirtina li darbeya Qesrê hat kirin.

Li bajarê Elmanya Munsterê, îro bi dirûşma "Dest nede deng, wekîl û vîna min a li meclîsê" li ber Konsolosxaneya TC mîtîngek hat lidarxistin. Li ser banga Meclîsa Gel a Munsterê gelek kes beşdarî mîtîngê bûn.
Hevseroka Meclîsa Gel Medya Yilmaz li vir peyivî û xwest, destûr neyê dayîn vîna bi mîlyonan mirovan ji meclîsên bên avêtin, bên girtin.
Yilmaz got, "Em dîkta yek şexsî, şer, mirin û nefretê naxwazin; em pirengiyê, demokrasî û aştiyê dixwazin."
Di çalakiyê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok APo", "Kujerê zarokan Erdogan", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan", "Erdogan serkêşê DAIŞ'ê ye", "Bijî piştgiriya navneteweyî" hatin qîrîn.