Li Munihê çalakiya “Dest nede vîn û dengê min’ hat lidarxistin
Li bajarê Munih ê Elmanyayê çalakiya “Dest nede vîn û dengê min’ hate lidarxistin. Di çalakiyê de derbeya Qesrê ya li hember HDP’ê jî hate protestokirin.

Di çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a li pêşiya Sefaretxneya Tirk hate lidarxistin de Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn. Di çalakiyê de pankarta“Dest nede vîna min” û wêne hatin hilgirtin. Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurihê Zafer Kargol axivî û diyar kir ku piştgiriyê bidin wekîlên ku li hember zilma Qesrê têdikoşe, bang li her kesî kir ku xwedî li HDP’ê derkevin.
Karagol anî ziman ku gelê Kurd wê li hember qetlîam, qirkirin û polîtîkayên helandinê têkoşîna xwe bidomîne.
Çalakî bi dirûşmeyên “Em hemû HDP’î ne”, “Faşîst Erdogan”, “Kujer Erdogan”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” û “Bijî Piştevaniya Navneteweyî” bi dawî bû.