Li Munchenê çalakiya li dijî AKP-Eutelsatê dewam dike

Li Munchenê, çalakiya ji bo şermezarkirina Eutelsatê dest pê kir, dewam dike. Kurdistanî li binê konê hat vedan, nobedê digirin.

Şîrketa Fransayê Eutelsat a li ser daxwaza dewleta Tirk weşana qenalên Med Nûçe û Newroz TV sekinand, li bajarê Munchen ê Elmanyayê tê şermerzarkirin. Bi vê armancê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kon veda. Di roja destpêkê de li pêşiya televîzyona Eyaleta Bayernê û saziya ARD'ê çalakî hat lidarxistin û belavokên bi zimanê Elmanî yên li ser mijarê hatin belavkirin. Çalakî wê ji aliyê Heyva Sor a KUrdistanê ve bê dewamkirin. Heman rojê wê dosyayên ji aliyê NAV-DEM'ê ve hatine amadekirin radestî sendîka, rêxistin û saziyan werin kirin.

Çalakî wê heta 21'ê Cotmehê roja Înê, her roj saet di navbera 11:00-16:00 de pêk were. Çalakî wê îro li Richard-Strauss-Brunnenê dewam bike.

Komîteya Amadekar bang li Kurdistaniya kir ku li dijî hevkariya Eutelsat-AKP'ê tevlî çalakiyê bibin.