Li Munchenê çalakî ji bo edaletê hat lidarxistin
Li bajarê Elmanya Munchenê, ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd ên di sala 2013'an de li Fransayê hatin qetilkirin, mîna her Çarşemê duh jî çalakiya bi daxwaza edaletê hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Munchenê, ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd ên di sala 2013'an de li Fransayê hatin qetilkirin, mîna her Çarşemê duh jî çalakiya bi daxwaza edaletê hat lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de, komek ji çalakgeran duh li ber Konsolosxaneya Fransayê li hev civiya û ji bo eşkerekirina kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bang kirin.
Di çalakiyê de posterên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û dirûşmên "Em edaletê dixwazin", "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn.
Çalakî bi xwendina belavoka bi zimanê Elmanî bi dawî bû.