Li Moskowayê rêxistinên netewî soza ji bo azadiya Ocalan bitekoşin dan
Li Moskowayê rêxistinên netewî soza ji bo azadiya Ocalan bitekoşin dan
Li Moskowayê rêxistinên netewî soza ji bo azadiya Ocalan bitekoşin dan
Li Moskowayê bi boneya piştgiriya kampanyaya berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyê di pêşengiya Kongra Netewî a Kurdistanê (KNK) li Mala Kurda civînek hat lidarxistin.
Di civîna ku ji aliyê Yekîtiya Navnetewî ya Rêxistinên Kurd hatibû ogranîzekirin de gelek pispor, dîroknas, akademisyen û berpirsên rêxistinên netewî amade bûn. Di nav wan de Serokê Yekîtiya Navnetewî ya Saziyên Kurd, Berdevkê Kongra Netewî ya Kurdistanê li Rûsyayê, Serokê Otonomiya Federal a Netewî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê, Serokê Otonomiya Federal a Netewî û Çandî ya Ukrayîniyên Federasyona Rûsyayê, Serokê Yekîtiya Diyasporayên Rûsyayê, Endamê Rêvebiriya Yekîtiya Cihûyên Rûsyayê, Nûnera Yekîtiya Gelên Rûsyayê, Nûnerê Yekîtiya Ermeniyên Rûsyayê, Serokê Organîsazyona Çanda Mezepotamyayê, Serokê Diyasporaya Sirbên Rûsyayê, Serokê Diyasporeya Cavaxkên Rûsyayê jî cîh girtin.
Axaftina vekirina civînê ji hêla Serokê Yekîtiya Navnetewî Ya Saziyên Kurd Mihrabî Şamoyev ve hat kirin. Şamoyev di axaftina xwe de balkişand ser girîngiya berhevkirina îmzaya û got: “Di civîna me ya îro de em ê du pirsa binirxînin yek; berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Serokê me yê netewî Birêz Abdullah Ocalan, du; rewşa Bakûrê Kurdistanê. Di berhevkirina îmzeyan ji bo azadiye Rêberê Gelê Kurd de gelek mirovên navdar cîgirtine. Înîsiyatîfa navnetewî ev berpirsyartî girtiye ser xwe û berhevkirina îmzeyan di bin dirûşma Azadî ji Abdullah Ocalan û hemû gitiyên siyasî yên li Tirkiyê re, pêk tîne. Heta niha bi sedan siyasetmerda, parazvanên mafên mirovan, wekîlên gel, rewşenbîr, zanyar, gelek kesên xwedî pîşeyên cûrbecûr, bi giştî bi milyonan mirov beşdarî kampanyayê bûne. Em jî wek perçeyek vê cîhanê nikarin tevlî vê kampanyayê nebin. Em li vir kombûne ji bo ku rewşenbîr û pisporên Rûsyayê jî di berhevkirina îmzeyan de aktîf cîh bigrin.”
HEDEF 5 MILYON ÎMZE BERHEVKIRINE
Piştî axaftina Şamoyev ji bo li ser rojeva siyasî ya Kurdistan û pêşveçûna kampanyaya berhevkirina îmzeya agahî hat dayîn, Berdevkê Kongra Netewî ya Kurdistanê li Rûsyayê Cemal Denîz mafê axaftinê girt. Denîz di axaftina xwe de li ser armanc û hedefa kampanyaya berhevkirina îmzayan de wiha axivî: “Mijara Konferansa me azadiya serokê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalane. Wek tê zanîn ev 14 salin ku di zindana Îmralî de ye. Niha jî li tevahî cîhanê dost û layengirê Kurda ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan îmza berhevdikin. Armanç ewe ku di hemû cîhanê de ji dostê kurda 5 milyon Îmze bê komkirin.”
KURDA EV LISTÎK ZANÎBÛ
Di berdewama axaftina xwe de Denîz pilanên li ser Kurda dihat meşandin wiha nirxan û got: “Her wiha îro li Kurdistanê rewş çiye? rola serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan di Kurdistanê de çiye? Girêdana Kurda bi Ocalan re di çi aste de ye. Ez dixwazim kurt be jî bersiva van pirsan û behsa tekoşîna li Kurdistanê tê meşandin jî bikim. Ev 29 salin li Bakûrê Kurdistanê tekoşînek leşkerî tê meşandin. Lê ez dixwazim van çand salê dawî binirxînim. Di sala 2011’an de dewleta Tirk li beramberî Kurda şerekî berfireh despêkir. Xwest Îran û Sûriyê jî têxe nav vî şerî. Bi vê yekê tiştê dihat armanç kirin ew bû ku bigiştî Kurda tine bikin. Ji ber vê yekê di sala 2011’an de di navbera Kurda û Îranê de jî şer qewimî pevçûn derketin. Lê rêxistina Kurd ev lîstik zanîbû û li gor wê tevgeriya. Ji ber vê yekê bi Îranê re şer rawestand û herdû aliyan agirbes îlan kir. AKP di wê planê xwe de biser neket.”
GELÊ KURD TEKOŞÎN BILIND KIR
Denîz di axaftina xwe de li ser berxwedana Kurda ya di sala 2012’an de wiha axivî: “AKP û Erdogan bi vê yekê dixwestin Kurda û Tevgera Kurd tune bikin, gelek siyasetmedarên Kurd xistin zindana. Lê gelê Kurd li beramberî vê yekê bêdeng nema. Di her astê de dengê xwe bilind kir. Asta tekoşîna xwe jî bikin kir. Di zindan û çiya de berxwedaniyêk bêhempa hat meşandin. Gel bi serhildanê xwe ev berxwedan xist rojeva cîhanê. Ji bo gelê Kurd sala 2012’an bu salek pir serkeftî. Ev demek dirêje Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze bi riya siyasî ve vê pirsgirêkê çareser bike. Lê dewleta tirk her dem li ser Kurda şer ferz dike. Ji ber vê yekê di salê derbas bûyî de di asta tê xwestin de ev xwesteka Kurda neket rojevê. Ji ber ku dewleta Tirk digot em dê Kurda bi rêbazên Leşkerî tune bikin. Lê wan jî famkir ku ev yek ne gengaze.”
OCALAN HEVDÎTİNA EŞKERE DIKE
Li ser hevdînên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de Denîz wisa axivî: “Di sala 2010’an de di navbera rêvebirên PKK’ê û rêvebirên MÎT’ê Tirk de li paytexta Norveçê Osloyê hin hevdîtin hatin kirin. Hevdîtinên di wê demê de dihatin kirin veşartî bûn. Hevdîtinên ku niha bi Birêz Abdullah Ocalan re tên kirin eşkere û zelale. Cara yekeme ku parlementê BDP’ê bi awayekî fermî diçin cem birêz Ocalan û bi wî re hevdîtina çêdikin. Di milê Kurd de ti pirsgirêk tuneye. Ji ber gelek caran di daxuyanî û hevdîtinên xwe de bi awayekî eşkere gotine Ocalan îrada me ye û tiştê ku ew bêje ji bo me derbas dibe. Lê her dem dewleta Tirk bi hincetê di nav Kurdan de yekbûn nîne nedixwest bi birêz Ocalan re hevdîtina bike. Di encam de wan jî dît ku di navbera Qendîl, Ewropa û hêza Kurd siyasî de ti nakokî nîne. Ji ber vê yekê ew jî neçar man ku bi Birêz Ocalan re hevdîna despêbike. Birêz Ocalan Li ser hevdîtinên di navbera wî û dewleta Tirk de tên kirin ji bo Qandîl, Ewropa û BDP name nivîsandin û ev name radestî şandeya BDP’ê kir. Ev name ji hêla şandeyek BDP û KCD’ê ve ji bo Qendîlê hat birin.”
KURD BI DEWLETÊ NE BAWERIN
Denîz di axaftina xwe de nêzîkatiyê Qendîl yê di derbarê hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de tên çêkirin jî got: Dewleta Tirk bawerî nade Kurda. Kurd jê bawer nakin û wiha pêde çû: “Qendîl beriya niha ji raya giştî re nêzîkatiya xwe eşkere kir û goti bû: “Eger bi riyê aşîtiyane çareserî tê xwestin Serokê me li cem wan e. Eger bi rêbazên leşkerî dixwazin çereser bikin em jî ji bo dewleta Tirk binbixin bi xwe bawerin û em hêza xwe ya leşkerî mezintir dikin.” Ev daxuyaniya Qendîl bêgûman destê birêz Ocalan xurt kir. Raste belkî hin hevdîtin bi Birêz Ocalan re çêdibin lê raya giştî ya Kurd û PKK ji dewleta Tirk bawer nake, ji ber ku heya niha dewleta Tirk bawerî nedaye wan. Heya niha gavek berçav nehatiye avêtin. Ji niha ve dibêjin çekê danin. Lê her roj balefirên artêşa Tirk Qendîlê bombebaran dike û li Bakûrê Kurdistanê li gelek ciha operasyonê leşkerî hene. Gelo Kurd çek dane wê çi bi wan bike. Çima heya niha operasyon ne rawestiyane. Ev yek armanca dewleta Tirk radixe ber çava. Arman ne çareseriye, tunekirina Kurd e. Beriya her tiştî pêwîste dewleta Tirk ji gelê Kurd lêborîna xwe bixwaze. Ji ber ku bi salane ziman, çand, nasname û hebûna Kurd hat înkar kir. Nehişt Kurd xwe bi xwezaya xwe îfade bike. Ev yek sûcê herî mezin yê mirovahiyê ye. Axa Kurda dagir kiriye û wan înkar dike û dibêje bila Kurd doza mafê xwe neke. Kengî Kurda mafê xwe bidest xist wê deme wê çeka xwe danin.”
DI NEWROZÊ DE DÊ REWŞ ZELAL BIBE
Di dawiya axaftina xwe de Denîz got hemû Kurd benda roja Newrozê ne û got:“Di van hevdîtinan de helwesta û daxwazên Kurda diyare Kurd ji van dawaza gavekê nayê xwar. Eger dewleta Tirk bi rastî di van hevdîtinan de ji dile, bila ew jî nêzîkatî û xwesteka xwe ji raya giştî re eşkere bike. Lê tiştê ku ew dibêjin ne gengaze. 21’ê Adarê di roja cejna Kurda Newrozê de dibe ku ji Rêberê Gelê Kurd re birêz Abdullah Ocalan nameyekê rêke. Em jî benda wê nameyê ne. Bêgûman em jî dixwazin şer raweste û Kurd wek her gelê cîhanê li ser axa xwe bi mafê xwe jiyan bike.”
Pîştî axaftina Denîz civîn bi nîqaşan berdewam kir. Di civînê de hin kesên din jî axivîn. Her wiha kesên ku li ser pirsgirêka Kurd ji nêz ve xebat didin meşandin bi baldariyek mezin civîn şopandin. Pîştî axaftina kesên ku beşdarî civînê bûne forma îmzaya bi hev re îmze kirin. Di heman dê dan diyarkirin ku, ji bo kampanya berhevkirina îmzeya bi awayekî xurt bê meşandin ewê jî aktîf beşdarbûyîna xwe jê re çêkin. Ji ber vê yekê her kesekî ku beşdarî civînê bûyî ji bo forma dagire li gel xwe formê îmzeyê birin.