Li Moskowayê rêxistinên Kurd bi Xaça Sor û Heyva Sor re rûniştin

Li Moskowayê rêxistinên Kurd bi Xaça Sor û Heyva Sor re rûniştin

Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê ji bo piştgiriyê ji gelê Rojavayê Kurdistanê re bidestbixin Kurdistanê bi Serokê şaxa Federasyona navnetewî ya saziyên Xaça Sor û Heyva Sor a li Rûsyayê hevdîtin pêk anîn.

Îro danê nîvro serok û nûnerên rêxistinên Kurd yê li Rûsyayê di çerçoveya kampaya piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li Moskowayê bi Serokê şaxa Federasyona navnetewî ya saziyên Xaça Sor û Heyva Sor a li Rûsyayê Dewran Muhemediyev re hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinê de rêxistinê Kurd bal kişand ser bûyerên hovane ku van demên dawî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê pêk tên. Di derbarê hevdîtinê de Serokê Otonomiya Federal a Netewî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê Ferhat Patiyev hin agahî dan. Patiyev ragihand ku, Federasyona navnetewî ya saziyên Xaça Sor û Heyva Sor  weke rêxistineke hûmanîter dikare bûyerên li Sûriyeyê tenê di çerçoveya pirsgirêkên hûmanîter de binêre û got:

“Di hevdîtina bi Serokê Şaxa Federasyona navnetewî ya saziyên Xaça Sor û Heyva Sor a li Rûsyayê re, me bal kişand ser pirsgirêka gihandina alîkariyê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê û pirsgirêka tecrîdkirina herêmê ji milê Tirkiyeyê û Iraqê ve. Her wiha me daxwazkir ku ew wek rêxistinekê hûmanîter bêtir balê bidin ser tirajediya ku li Rojavayê Kurdistanê diqewime.” 

DÊ XEBAT HEVPAR BÊ MAŞANDİN

Di berdewama axaftina xwe de Patiyev da diyarkirin ku, di hevdîtinê de li ser rê û rêbazên destekirina hûmanîter nîqaş pêşketin û got: “Şaxa Federasyona navnetewî ya saziyên Xaça Sor û Heyva Sor  a li Rûsyayê amadeye tiştên ku dikeve ser milê saziyê pêk bîne. Di vê dema dawî de êrîşên hovane yê komên çetê yên li dijî gelê Kurd ji hêla wan ve jî tê dîtin û derbarê vê yekê de wan jî nerehetiyên xwe anîn ser ziman. Serokê şaxê diyar kir ku, ew amade ye alîkariya ku ji dest wan bê bike. Her wiha ew dê naveroka vê hevdîtina me û dosyaya pêşkêşkirî bigihînin buroya navendî ya li Cenewreyê”

Di hevdîtnê de Serokê yYkîtiya Navnetewî a Saziyên Kurd Mêrab Şamoyev, Serokê Otonomiya Federal a Netewî û Çandî ya Kurdê Rûsyayê Ferhat Patiyev û nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat  yê li Rûsyayê Ebdul Selam Elî amadebûn.