Li Moskowayê daxuyaniya ji bo 25’ê Mijdarê
Li Moskowayê daxuyaniya ji bo 25’ê Mijdarê
Li Moskowayê daxuyaniya ji bo 25’ê Mijdarê
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Hemberî Jinê, li Moskowayê ji aliye Rêxistina Jinên Kurd a Viyan daxuyanî hat dayîn.
Daxuyaniya 25’ê Mijdarê Roja têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê îro di saet 18.00’an de li Moskowa Salona Lona Carskî bi beşdarbûna bi dehan jinan daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Jinên Kurd a Viyan li Moskowayê, Almasta Cemşîd Mamoyana ve hat xwendin.
Daxuyaniyê bal kişandin ser têkoşîna jina Kurd a li her qada civakî û hat gotin ku jina Kurd îro li Kobanê têkoşîna jinê gihandiye asteke herî mezin.
Daxuyanî bi wan gotinan didome: “Li Şengalê û tevahiya Rojhilata Navîn îro jin bi rojane bi tundûtijî re rû bi rû ne. Bi dehan jin rojane rastî destavêtin, lêdan, zewaca di temenê biçûk de û kuştinê tên. Lê têkoşîna jina Kurd a bi pêşengiya YPJ û YJA-STAR’ ê ya li Kobanê û Şengalê careke din hêza berxwêder a jinê derxist holê; bi sekna serhildêr a Arînan tirs û xof xistiye nav mêjiyê cemidokî yê pergala serdest a zilam.”
Di daxuyaniyê de behsa girîngiya têkoşîna hevpar a jinan hat kirin û wiha berdewam kir: “Îro berxwedana jinê ya li Şengal û Kobanê careke din girîngiya yekgirtina hemû jinan û berxwedaneke di asta herî bilind de wek pêdîviyeke zerûrî derxistiye pêş. Ji bo ku em wek jin di her qada cîhanê de bal bikişînin ser tundiya li ser jinê, têkoşîneke hîn bi bandortir bidin meşandin û rewşa ku îro jinên Şengal, Nîjerya û hwd. di nav de ne, pêdivî bi têkoşîneke hemû aliyan heye. Ji bo vê jî em dibêjin her qad wê bibe qada têkoşîn û berxwedana jinê.”
Daxuyanî bi dirûşmên, "Em ne kole ne Arîn in, Bijî Berxwedana jinan" û "Em berxwedana jinê ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn silav dikin" bi dawî bû.