Li Moskowa û Washingtonê lihevkirina 'Konferansa Cenevreyê'
Li Moskowa û Washingtonê lihevkirina 'Konferansa Cenevreyê'
Li Moskowa û Washingtonê lihevkirina 'Konferansa Cenevreyê'
DYE û Rûsya ji bo konferansa aştiyê ya navnetewî ya li ser rewşa Sûriyê bi lezgînî were lidarxistin, di asta wezaretan de li hev kirin.
Di civîneke çapemeniyê ya li Sefaretxaneya Rûsyayê ya li Washingtonê de, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyanî da û got, "Em bi heman rengî difikirin: Çi dibe bila bibe, di rewşeke gengaz de divê em ji bo Cenevreya 2. bang bikin."
Lavrov diyar kir ku dîplomatên Rûs û Emerîkî wê di dawiya meha Tebaxê de careke din bên cem hev û organîzekirina konferansa navnetewî ya ji meha Gulanê û vir ve tê taloqkirin, binirxînin.
Daxuyaniyeke zelal nehat dayîn ku aliyên pirsgirêkê li dora heman maseya danûstandinan li hev kom bibin. Lê belê Rûsyayê di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de diyar kiribû ku rêveberiya Beşar El Esad qebûl kiriye ku bê şert û mercên tevlî Konferansa Duyemîn a Cenevreyê bibe.
Ev sê meh in di navbera Rûsya, DYE û NY de ji bo lidarketina vê konferansê trafîkeke zêde heye. Bi vê konferansê re tê xwestin di navbera Şam û mûxalefetê de çareseriyeke siyasî ya bi danûstandinan bê dîtin. Di civîna Cenevreyê ya beriya niha de di 30'ê Hezîrana sala 2012'an de peymanek navnetewî hatibû morkirin, lê bicih nehatibû anîn. Di peymanê de, çarçoveyeke siyasî ya pêvajoya derbasbûnê ya li Sûriyê, diyar kiribû.
Ji Adara sala 2011'an û vir ve li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî zêdeyî 100 hezar kesî di şer û pevçûnên li Sûriyê de jiyana xwe ji dest dane.