Li Moskowa konsera pişgiriya Ocalan

Li Moskowa konsera pişgiriya Ocalan

Jin û ciwan Kurd yê li Moskowayê jiyan dikin ji bo pişgirî bidin pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye despêkirin konserek pişgiriyê organîzekirin. Di konserê de Seroka Oranîzasyona Viyan ya Jinên Kurd li Moskowayê Tera Qadir axaftinek kir û got, “Em di vê konserê de ji bo tiştekî biwate hatine cem hev.”

Duh şev jin û ciwanên Kurd yê li Moskowayê jiyan dikin bi minasebat 1’ê Hezîranê roja zarokên cîhanê û pişgirî dayina pêvajoya ku ji hêla Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye despêkirin konserek li darxistin. Konsera ku li Mala Netewa hat li darxistin de Kurdistaniyên li Moskowayê jiyan dikin eleqeyek mezin nîşandan. Di konserê de beriya ku derbasî beşa mûzîkê bibin seroka Oranîzasyona Viyan ya Jinên Kurd li Moskowayê Tera Qadir li ser wateya konserê axaftinek kurt kir û got:

“Yekîtiya jinan û ciwan li Rûsyayê xwedî li çanda Kurd derketine. Di şevek wiha de em di vê konserê de ji bo tiştekî bi wate hatine cem hev. Pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye despêkirin ji bo gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn pir biwateye. Em jî wek jin û ciwanên li Moskovayê jiyan dikin bi konserekê em piştiriya xwe didin vê pêvajoyê. Dîsa îro Roja Zarokê Cîhanê ye em vê rojê li hemû zaroka pîroz dikin. Bi saya tekoşîna gelê Kurd dê zarokê Kurd jî di pêşejorê de azad bijîn.”

Di konserê de yê di Mala Netewa de ji kar û xebatê ciwanan berpirsyar Mixaîl Vyuyev  axaftinek kurt kir. Vyuyev di axaftina xwe de ji bo 25’ê Gulanê, kurdan li Parka Dostaniyê dar çandibû sipasî kir û got: “Di rojek wisa de hatina cem hev pir biwateye. Gelê Kurd gelekî pir hişiyare, bi taybet li hember rojê wiha bi rêxistin kar dike. Îro ji bo kurdan gelek tiştên nû diqewimin em jî vê baş dinirxînin. Dîsa di 25’ê meha Gulanê de rêxistinên Kurd li Parka Dostaniyê dar çandibûn ji vê xebata wan jî em wan sipas dikin.”

Piştî axaftina hunermendên heremî; Berfîn Mamedov, Mîşel Baravî, Elî, Şems, Bermal, Rozerîn û Lîl Negga derketin ser dikê. Bi stranên cûrbecûr  hunermanda bi awazê xwe kesên ku beşdarî konsertê bûne coşandin. di dawiya konserê de li ser navê rêxistina Jinên Tacik Xurşîda Davronovna ji ber di Newrozê xebatek baş dane meşandin plaketê sipasiyê da berpirsyarê rêxistina Kurd.

Konser bi govendê heya derengê şev berdewam kir.