Li Moskovayê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê dest pê kir

Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê bi beşdariya 100 delegeyan li Moskovayê dest pê kir.

Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê ya duyemîn a asayî bi beşdariya 100 delegeyan li Moskovayê dest pê kir.  Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca, Serokên Federasyona Êzidiyên li Ewrûpayê Fîkret Îgrek û Zerdeşt Kinoî, Nûnerê Yekîtiya Êzidiyên li Rojava Xerîb Huso, ji rêveberiya PADÊ ya Başûrê Kurdistanê Haşim Hecî Hesen û Ehtan Elî jîbeşdarî kongreyê bûn.

Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî peyama dîtbarî ya KCK’ê hate temaşekirin.

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Sozdar Avesta jî peyamekek dîtbarî şand ji kongreyê re.

Piştî peyamên dîtbarî, axaftina destpêkê ji aliyê siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar hate kirin. Cotkar got ku, “Ji bo ku kongre xurt derbas bibe me Êzidiyên li Kurdistan û derveyî welat vexwend kongreyê.  Di heman demê de îro di dîroka Kurdistanê de rojeke reş e. Em komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Gelê Kurd û Rêber Apo komplo pûç kirine. Lê hêzên komploger hê jî ji bo şikandina îradeya gelê Kurd lîstikên qirêj dilîzin. Piştî qetlîamên li Kobanê û Şengalê niha bi heman ferasetê êrîşî Efrînê dikin. Lê ew ê hêzên komploger tu carî negihêjin armanca xwe.

Wekî ku tê zanîn li Efrînê gelek Êzidî dijîn. Divê em êrîşên li Efrînê protesto bikin û piştgiriya berxwedana Efrînê bikin.”

Piştî axaftina destpêkê Hevserokê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê Cemal Şamoyan axivî û got, “ Me du sal berê vê kongreya xwe ava kir. Di xebatên xwe de me xwest em kêşeyên hemû beşan çareser bikin. Jixwe em ê xebatên xwe bi raporekê pêşkêş bikin.

Ez her dem yekîtiya Kurdan diparêzim. Lê mixabin PDK bi siyaseta xwe ya qirêj gelek destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê winda kir. Ji ber bûyerên li Başûrê Kurdistanê moralê me têk çû lê bi serkeftinên li Rojava û berxwedana dîrokî ya gelên me yên li Rojava gelekî kêfa me anî.

Divê me jî piştgiriya berxwedana li Efrînê bikin, heke em vê berxwedanê derxînin derveyî sînorê Efrînê ew ê dewleta Tirk û hevkarên wê li Efrînê têk biçin.”

Kongre bi xwendina rapora çalakiyên du salan didome.