Li Montpellîerê ji bo ‘boykotkirina berhemên Tirkiye’ çalakî
Li bajarê Montpellîer ê Fransayê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker, çalakiyek hate lidarxistin û daxwaz hate kirin ku berhemên Tirkiye boykot bikin.
Li bajarê Montpellîer ê Fransayê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker, çalakiyek hate lidarxistin û daxwaz hate kirin ku berhemên Tirkiye boykot bikin.
Çalakiya ‘boykotê’ ji aliyê komîna Jinan a Montpellîerê ve hate organîzekirin.
Çalakî li Comedî ya yek ji qadên herî qelebalix a Montpellîerê ye hate kirin. Li vir dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate protestokirin. Standeke boykotkirina berhemên Tirk hate vekirin û belavok hatin belavkirin.