Li MKPE’yê ji bo Efrînê konferansek hate lidarxistin

Li Meclîsa Parlementoya Konseya Ewropayê (MPKE) têkildarî dagirkeriya Tirkiye ya li Efrînê konferansek hate lidarxistin.

Konferansa ku jialiyê koma yekîtiya Çep a li MKPE’yê hate lidarxistin, berpirsê Têkiliyên Karê Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslîm jî tevlî bû. Endamên ji welatên cuda ên MKPE dîsa heyata HDP’ê û gelek parlemeter weke qiseker tevlî bûn. Di konferansê de Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslîm bal kişand ser dagirkeriya Tirk a li Efrînê û texrîbatên bi xwe re anî.

Muslîm bal kişand ser bendewariyên di serî de yên Konseya Ewropa û civaka navneteweyî û got: “Kiryarê dagirkirina, qirkirin û bi darê zorê guhertina demografiyê û paqijkirina etnîkî, her wiha felaketên mirovî û rast e rast kirina hedef a mirovan, sûcekî yê mirovahiyê ye.”

Muslîm destnîşan kir ku di serî de divê MKPE di warê hiqûqî, polîtîk di mijarên mîna mafê mirovan de yên têkildarî Efrîn,Rojava û Sûriyeyê divê bi şênber îsyatîf bigirin. Li ser pirsa bê ka li Sûriye armanca wan şopandina rêveberî û polîtîkayeke çaweye wiha got: “Em parçeyek ji Sûriyeyê ne, weke gelê Kurd ên ji rejîma zordar û yekperest a gelek êş kişandî, çawa weke berê rêveberiyeke zorda ya yekparêz a miletgeriya Ereb erê nakin. Em sîstemeke federal a ku hemû Kurd, Ereb, Suryan, hemû bawerî û kêmentewan li nava xwe digerîne diparêzin.”

Dîsa li ser pirseke din berpirsê Têkiliyên Karê Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslîm wiha got: “Têkoîşa li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Rojava hê jî dom dike” wê xebatên xwe yên li AKPM’ê bidomînin û rêze hevdîtinên xwe dewam bikin.