Li Misrê di navbera Misilman û Xiristiyana de pevçûn

Li Misrê di navbera Misilman û Xiristiyana de pevçûn

Li bajarê El-Iskenderiyê yê Misrê pevçûn di navbera Îslam û Xiristiyanan derket. Di encamê de kesek hate kuştin û gelek kes birîndar bûn.

Di malpera rojnameya El-Ehram ya hikmeta Misrê de hate ragihandin ku, li bajarê El-Iskenderiyê ku wek 2’emîn bajarê mezin yê Misrê ye, li pêşiya Dêrekê pevçûn di navbera Misilman û Xiristiyanan de derketin û di encamê de welatiyek hate kuştin û gekek jî birîndar bûn.

Di nivîsa malperê de hate gotin ku, şer di navbera ciwanekî Misilman û yekî Xiristiyan de derketiye û Piştre malbatên her du ciwanan tevlî şer bûn û her du aliyan bi bombeyên molotof  avêtin hev. Hêzên ewlehiyê ya Misrê mudaxele kir heta ku pevçûn rawestiya.