Li Misrê di du rojan de 41 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Misrê di du rojan de 41 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Misrê di komkujiya sala borî ya maça futbolê de cezayê darvekirinê da 21 kesan û li Port-Seîdê pevçûna rû da. Di du rojên dawiyê de li welat 41 kesan jiyana xwe ji dest da. Yeketiya Ewropayê banga aramiyê kir.

Sala borî di meha Sibatê de di Stadyûma Port Seîd de di lîstika navbera tîmên El-Ehlî (Qahîre) û El- Misrî (Port Seîd) de pevçûna rû dabû û 74 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Biryara derbarê vê doza komkujiyê de roja Şemiyê pêkhat. Dadgehê cezayê darvekirinê li 21 kesan birî.

Piştî vê biryarê roja Şemiyê di bûyerên rû dayî de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest da. Hêjmara kesên di nava du rojan de jiyana xwe ji dest dayî giha 41’an.

Alîgirên tîma El Ehlî ku weke Ultras têne binav kirin, di sala 2011’an de di serhildanên gel yên rejima Hisnî Mubarek ya 30 salî xistî de rolek mezin lîstibûn. Alîgirên Qahîreyê, Wezîrê Navxweyî ji ber bûyerên Port Seîdê bi plankirina tolhilgirtinekê sûcdar dikin. Di rapora ji aliyê komîsyona lêpirsînê ya Parlementoyê berpirsyartî avêtibû ser milê “Ultras” û her wiha weke nebesiya serwîsên ewlekariyê jî vegotibû. Ji ber vê çendê şefê ewlekariyê ji peywirê hatibû girtin.

Rûniştvanên Port Seîd beretk nîşandan ku berpirsyartiyê di avêjin ser wan û roja Şemiyê derketin kolana. Bi dirêjahiya rojê hêzên ewlekariyê bi wesayîtên zirxî li kolanên Port Seîd tedbîr girtin. Li girtîgeha xizmên alîgiran lê diman dengê çekan lê dihat, hate ragihandin ku li dijî du qereqolên polîsan êrîş pêkhatiye. Li kolana jî çalakvana agir berdan lastîkan.

Ji bilî 32 kesên piraniya wan bi guleyên çekê jiyana xwe ji dest dayîn, li gorî çavkaniyên serwîsa ewlekariya Port Seîdê 312 kes jî birîndar bûne.

Piştî pevçûnên li Port-Seîd Nûnera Karên Derve ya Yeketiya Ewropayê Catherîne Ashton da diyarkirin ku, ew di nava “metirsiyek mezin” de ne, alîgir vexwendin aramî û îhtiyadê.

Roja Înê li ser banga muxalefetên laîk û liberal jî bi deh hezaran kes bitaybet li Qahîreyê, Îskenderiyeyê, Suweyş û Îsmaîliyeyê derketin kolana. Çalakvanên derketin kolana Birayên Misilman yên piştî Hisnî Mubarek ket û di hilbijartinê de hatin ser desthilatdariyê, bi darê zorê avakirina rejimekî otorîter ya xwe dispêre zagonên îslamî û îxanet li fikrên şoreşê kirin sûcdar dike.

Serok Dewletê Misrê Mihemed Mûrsî bûyerên tundî şermezar kir û ji bo nelihevkirinan çareser bike û ji bo hilbijartinên giştî bi awayek “zelal û adil” derbaz bibe û her wiha bixin bin ewlekariyê, di hizûra kesayetên bêalî de banga “diyalogekî netewî ya berfireh kir”. Eniya Selameta Netewî ku weke tevgera muxalefetên liberal tê nirxandin, diyarkirin ku ew ji vê bangê memnûnin û xwestin rojevek zelal bê diyarkirin.

Çav lê ye hilbijartin di meha Nîsanê de pêk bê.