Li Misrê 7 leşker hatin revandin
Li Misrê 7 leşker hatin revandin
Li Misrê 7 leşker hatin revandin
Li Paytexta Misrê Qahîrê çekdarên nenas 7 leşkerên Misrî li nêzî bajarê Erîş ku wek navenda Qahîrê tê nasîn revandin.
Çavkaniyên ewlehî li Bakûrê Sîna diyar kirin ku, îro di demjimêrên sibê de 7 leşkerên Misrê li Bajarê Erîş li wesayitekê kirê siwar bûn, li ser rê komeke çekdar riya wan rawestandin û ji rêwiyan nasname xwestin, 7 leşkerên ku di wesayitê debûn ji aliyê komê ve hatin revandin.
Heman çavkaniyê da zanîn ku, leşkerên hatine revandin di polis û artêşa Misrê de peywirdarbûn û tevî malbatên xwe li ser riya Bajarê Refeh ya li ser sînorê di navber Geza û Misir bûn.