Li Midyatê êşên mezin ên nayên jibîrkirin: Winda

Li Midyatê êşên mezin ên nayên jibîrkirin: Winda

Di salên 1990’î  bûyerên revandin û windakirinê wek konsepteke dewletê li erdnîgariya Kurdistanê  wek rastiyeke rojane pêk dihatin. Yek ji van deran navçeya Midyat ya Mêrdinê ye û bi destê çeteyên JÎTEM’ê ev konsept lê hat bikaranîn.

Serokê ÎHD’a Mêrdînê Parêzer Erdal Kuzu, di 2009’an de dosyayek der barê  ku di navbera salên 94-96’an de dema Albay Hîlmî Kahraman Femandarê Cendermayan a Mîdyatê bû ji aliyê JÎTEM’ê ve kurdên sivîl hatin revandin û qetilkirin, xwest kujerên wan tên tespîtkirin û der barê ku ev wek konsepteke dewletê û bi awayekî rêxistinkirî hatiye kirin de, da Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Dozgeriyê dosya qebûl kir.

Di dosyaya ku hêj di asta lêpirsînê de malbatên kesên ku hatin windakirin û  navê wan di dosyayê de cih digirin, Mehmet Emîn Atug, Şakîr Demîr, Hiznî Bîlmen, A.Kadîr Demîr, M.Saît Zengîn, Nîhat Aydogan, Tevfîk Ay, Abdullatîf Şahîn, Husnu Çankaya û Seyhmus Erol ew rojên tarî ji ANF’ê re nirxandin.

Hevsera Nîhat Doga, Halîme Dogan (57) diyar kir ku sibekê leşkeran û cerdevanan bi ser gundê Mizizag ya Midyatê de girtine û wê demê hevserê wê yê ku 39 salî bû bi lêdaneke tund birine. Aydogan got piştî hevserê wê birin, çend caran dengê guleyan bihistine û piştre çûne cihê ku dengê çekan hatiye, lê tiştek nedîtine.

Aydogan wiha got: “Ligel ku min bi dehan carî li serî li Qeymeqamtê Midyatê yê demî û fermandarê qerekolê da jî encamek bidest nexist û got: “19 sal derbas bû. Tu agahî me jê negirt. Di du salên dawî de fermandarê qerekolê gazî keyayê gund dike û mirina hevserê min di nifûsê de qeyd dikin.

 Aydogan got ew dixwaze lêpirsîna ku serdozgeriya komarê dimeşîne bila demildest bi encam be û got: “Bila aqubeta hevserê min û yên din demildest ronî be. Qe nebe bila goreke wan hebe em biçin ser gora wan.

BI LÊDANÊ EW BIRIN

Aydogan wiha pê de çû: “Di 31’ê mijdara 1994’an de di saetên sibê de leşker û cerdevanan bi ser gunde girtin. Komeke ji 200 kesî pêk dihatin bû. Ji hevserê min re gotin tu alîkarî didî PKK’ê, ew jî li me dixin.  Dest bi lêdanê kirin. Piştre birin. Dema birin me lê mêze dikir. Bi meş çûn. Dema wenda bûn, me dengê çekan bihist. Rojek şûnde em çûn cihê ku dengê çekan jê hat. Lê me cesed an jî birîndariyek nedît.

Li gundê me cerdevan tuenbû. Ji ber vê her tim bi ser gundê me de digirtin. Li gundên derdorê her tim 15-20 cerdevan hebûn. vana  zilm li me dikirin. Dema hevserê min girtin jî ev cerdevan ligel leşkeran bû. Sercedevan ‘Serxoş Kemal’, cerdevana Faîk Haydar û Suleyman Misto jî hebû.

QEREKOLÊ GOT DÊ BERDIN LÊ...

Aydogan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî rojekê em çûn qerekolê, lê gotin  birina Qerekola Cendermeyan a Mêrdînê. Hevserê min 10-15 rojan girtî dimîne piştre berdidin.  Me di vê pêvajoyê de diçû dipirsî. Li wir ji me re digotin emê berdin. Lê tu agahî jê negirt. Navberê de 20 roj derbas bû. Keyayê gund hat mala me. Got Nîhat bi telefonê li mala me geriyaye û gotiye hatiye berdan û dê êvarê bê malê. Wê demê keya ne li malê ye, kurê wî yê biçûk telefonê vedike. Ji ber ku kesekî mezin telefon venekiriye, em nizanin ka ew deng aydê hevserê min e an na.

ME HEVSERÊ BERDA TEVLI PKK’Ê BÛYE!

Aydogan got bûye sibeh dîsa çûye qerekolê û got: “Ji min re gotin, me hevserê te berdaye ew çûye tevli PKK’ê bûye. Du roj şûnde min daxwazname da qeymeqamtiyê. Daxwaznameya min memurên wir nivîsî.  Kesên derdorê ji tirsa ji min re daxwazname nedinivîsî. Lê bersivek ji daxwaznameyan negirt. Piştî wendakirina hevserê min 3 sal şûnde min her sê zarokên xwe girtin û em di 1995’an de hatin Stenbolê. Kurê min yê mezin Fevzî 6 meh beriya wendakirina bavê xwe tevli PKK’ê bû. Me hîn kir ku di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye.

Du sal berê fermandarê qerekola cendermeyan gazî keya dike û gotiye der barê mirina Nihat Dogan de belgeyên ay midûriyeta nifûsê bide. Keya dibêje; ger sibê doz bê vekirin, ger gora vî kesî bê pirsîn, ez dê çi bersivê bidim. Fermandar dibêje, berpiryarî ya mine, bila ji nifûsêde bikeve.

SIBÊ:  Di sala 1995’an de Husnu Çankaya û Şeyhmus Erol ku li Êlihê hatin binçavkirin û piştre birin Qerekola Cendermeyan a Midyatê, ji aliyê dozgariya Midyatê ve hatin berdan û JÎTEM’ê ew revandin. Carek din agahî jê nehatin girtin.