Li meydana Pirsûsê 'ji bo Kobanê' pêşengeha wêneyan

Li meydana Pirsûsê 'ji bo Kobanê' pêşengeha wêneyan

Pêşengeha wêneyan a bi navê "Ji bo Kobanê" ku wênevanên Rojavayî, hovîtiya DAIŞ'ê di wêneyên xwe de vegotin, li Meydana Pirsûsê hat vekirin.

Pêşengeha wêneyan a bi navê "Ji bo Kobanê" ya ji aliyê wênevanên Rojavayî Şerzad Îbrahîm û Arya Atî ve li ser hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê hat amadekirin, li Meydana Pirsûsê hat vekirin. Pêşengeha karê 3 mehan a ji 11 wêneyan pêk tê, wê sê rojan li Meydana Pirsûsê bê nîşandan.

Atî da xuyakirin ku wan xwestine bi nêrîna wênevanekî hovîtiya DAIŞ'ê ya dixwaze li ser gelan pêk bîne, vebêjin û diyar kir ku xebatên wan dewam dikin û ew dixwazin pêşengeha mijara gotinê li gelek herêmên li ser sînor vekin.

Atî ragihand ku ew li Kobanê bûn û di demeke nêz de derbasî Pirsûsê bûne û destnîşan kir ku çavdêriyên wan ên li Kobanê bandoreke girîng li çêkirina pêşengehê kiriye.