Li Mêrsînê “Şehîdên Gulanê” hatin bibîranîn
Li Mêrsînê “Şehîdên Gulanê” hatin bibîranîn
Li Mêrsînê “Şehîdên Gulanê” hatin bibîranîn
Di bîranîna "Şehîdên meha Gulanê" de dayîka du şehîdan Meryem Erbey şopandina doza gêrîlayên HPG’ê yên jiyanaxwe ji dest dane anî ziman got ku, "Me xwîn rijandiye. Me ne av rijandiye. Em şervanî û egîdiya wan şehîdan xwedî derkevin"
Malbatên gêrîlayên PKK'ê yên zarokên wan di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan bi pêşengiya YAKAY-DER'ê, li Salona Şahê hatin bibiranin. Bi sedan dayik û bavên gêrîlayên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dane bi wêneyên zarokên xwe yên jiyana xwe ji dest dane, Endamê Meclisa Partîyê ya BDP'ê Cemil Elden, Zarife Atîk, Hevserokên BDP'a Mêrsînê Halis Ernaricî, Heybet Geçkîn, rêvebirên BDP'ê yên navçeyan û bajêr, endamên meclisa Şarederîya Akdenîzê û endamên saziyên sivîl û bi sedan welatî beşdarî biranînê bûn û çar havir dorê salonê wêneyên "şehîdan" hate pêşandan.
Bîranîna wêneyên pêşengên PKK'ê yên wekî Mahsum Korkmaz (Egîd), Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, gêrîlayên jiyana xwe ji dest dane û wêneyên sosyalistên çepgir weke îbrahim Kaypakkaya, Deniz Gezmîş û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin, deqîqeyek rêzgirtinê hat destpê kirin.
Piştî rêzgirtinê li ser navê YAKAY-DER'ê Abdulah Olmez gêrîlayên jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û wiha got: "Em ne tenê ji bo şehîdên vê mehê kom bûne da zanîn ku, em ji bo şehîdên ev du sed sale tekoşîn meşandine, ji Şêx Seid bigirin heya Deniz Gezmiş, ji Kawayê Nemir Mazlûm Dogan heya Egid kom bûne."
Olmez bibîrxist ku, malbatên li vir her keseki parçeyek ji xwe winda kiriye û wisa axivi: " Lê ev ji bo Kurdistana zêrîn nebûha ye. Ji ber vê yekê eger ku îro em ketibin rojeva cîhanê ev bi saya qehremanên Kurdistanê û bi saya Serokê qehremane". Hevseroka BDP'a Mêrsinê Heyber Gêçkîn jî xêr hatin kir û wiha got: "Hebûna me bi saya şehîdên Kurdistanê ye."
Dayîka du gêrîlayên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dan Meryem Erbey jî wiha got: "Ez di şexsiyeta şehîdên meha Gulanê de hemû şehîdan bibîrtinim. Em sala 97'an komkijiya 16'ê Gulanê ya li Hewlêrê pêkhatî em şermezar dikin û şehîdên xwe bibîrtînin. Ez vî dilê şewat, ji wê axa birîndar berfa Sipan hezar silav gul û çiçekên Cûdi Gabar re. Li xwedîderketina şehîdan xwedîderketina şopa şehîdane. Yek hêviya min dê û bavên şehîdan heye; Ew qehremanên çûyî serî çiyan bê berjewendî bê şert ji bo doza Kurdistanê canê xwe dayî, em şopa wan bişopinin. Em layiqê zarokên xwe bin. Dê û bavên şehîdan tû caran behsa berjewendiyan nake. Me xwîn rijhandiye, me ne av rijandiye. Em şervanî û egidiya wan şehîdan xwedî derkevin" siyasetmedarên li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin hişyar kir."
Mela Kazim jî wiha got: "Ez şehîdên xwîna xwe rijandiye li ser axa pîroz bibîr tînim. Xwedê mirov ji bo jiyanê afirandiye, ne ji bo kuştinê. Mirov çi dike dibe şehîd? Ew mirovê zilm lê tê kirin, yê ku înkara wî bê kirin, yê ku çanda û zimanê wî bê inkar kirin dema ku ev mirov xwîna xwe birijîne, ev mirov şehîdin"
Pişti axaftinan bîranîn, bi sînevîzyona li ser jiyana gêrîlayên PKK'ê yên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dabûn û muzikê heta derngiya şevê dom kir.