Li Mêrsînê polîsan gule li ser gel reşandin

Li Mêrsînê polîsa êrîş bir ser girseya ku girtina parlementerê HDP’ê protesto dikirin.

Li taxên Şevket Sûmer, Yenîpazar, Cumapazari û Gûneş a navçeya Yenîşehir a Mêrsînê, gel girtina hevseorkên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û parlementera protesto kirin. Polîsan bi bombeyên deng û guleyên rast ketûber gule li ser ciwanan reşand. Polîsan anos kir û got ku divê ti kes ji mala xwe dernekeve û heqaret li malên ku şibakê wan vekirî bu jî kirin.

Polîs hemû taxê xistiye dorpêçê û taxên ku tê de çalakî nine jî bi ketober gulebaran dike.

Li aliyên din li taxa Demîrtaş a navçeya Torosê ciwanê ku girtina parlementera protesto dikin, li taxê bend danîne, li pişt bendan dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Dest nede parlementerê min” berz dikin. Polîsan bi bombeyên deng û gaza îsotê ve mudaxaleya çalakiya ciwanan kir. Ciwanan jî bi Molotof û keviran bersiv dide, polîsan.

Şer berdewam e.