Li Mersînê li dijî qereqolê êrîşa bombeyî
Li Mersînê li dijî qereqolê êrîşa bombeyî
Li Mersînê li dijî qereqolê êrîşa bombeyî
Ji aliyê komek ciwan ve li hemberî Qereqola Polîsan a Sîteler a li Taxa Şevket Sumer a li navçeya Akdenîz a Mersînê çalakiyeke bi bombeya deng pêk hat. YDG-H ku çalakî girt ser xwe hişyariya “Heta êrîşên li hemberî gel û Rojava ranewestin wê çalakiyên me berdewam bikin” dan.
Ciwanên YDG-H’ê ku du rojan ser hevdu li hemberî heman qereqolê çalakî li dar xistin di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser vê xusûsê: “Em wek ciwanên Kurdistanî li cem gelê Rojava ne, li hemberî her çalakiyeke li dijî gelê xwe em ê tavilê bersiv bidin.”
Piştî çalakiyê li derdora qereqolê tedbîrên ewlekariyê ku hatin girtin, nehat zanîn ka birîndar hene yan na.