Li Mêrsînê di ser 20 navnîşanan de girtin
Li Mêrsînê di ser 20 navnîşanan de girtin
Li Mêrsînê di ser 20 navnîşanan de girtin
Biboneya berxwedana Gezî li Mêrsînê di ser 20 navnîşanan de girtin. Gelek kes hatin binçavkirin.
Ji ber berxwedana Gezî serdegirtina malan û binçavkirin didomin.
Li Mêrsînê polîsan di ser 20 navnîşanan de girt û gelek kes binçavkirin.
Navên kesên di çarçoveya operasyonê de hatine binçavkirin wiha ne: Denîz Sonûvar, Muslim Tank, Ethem Dînçer, Serkan Kaya, Qadir Saraçoglû, Yilmaz Bozkûrt, Ehmed Argîş, Mehmet Denîz Sonûvar, Ersîn Ozşenoglû, rêveberê Baskê Ciwanan ê CHP’ê Ozgur Berkîn Denîz û rêveberê Egîtîm-Sernê Îsmaîl Ûslûoglû.
Di lêgerîna mala Muslim Tank ku parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu lê mêvan bû, her wiha dest danîn ser pirtûkek ya Kurkçu jî.
Kesên hatin binçavkirin, beriya vê di çarçoveya lêpirsîna berxweedana Gezî hatibûn binçavkirin û piştî îfadeye dozgeriyê serbest berdabûn.