Li Mêrsînê aktivîstên YDG-H serdana taziyeya gêrîla Adiyaman kirin
Li Mêrsînê aktivîstên YDG-H serdana taziyeya gêrîla Adiyaman kirin
Li Mêrsînê aktivîstên YDG-H serdana taziyeya gêrîla Adiyaman kirin
Li Mêrsînê aktîvîstên YDG-H’ê serdana konê sersaxiyê ya gêrîlayê HPG’ê Cemîl Adiyaman (Rizgar Jîrkî) kirin.
Li Mêrsînê Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) serdana konê sersaxiyê yê ji aliyê malbata gêrîlayê HPG’ê Cemîl Adiyaman (Rizgar Jîrkî) li Taxa Şevket Sumer ya navçeya Akdenîza Mêrsînê hatî vedan kirin. Beriya serdanê di ketina taxê de bi sedan ciwan hatin gel hev, ji vir bi sloganên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” û “Ey şehîd riya te riya me ye” qîrkirin û ber bi konê sersaxiyê ve meşiyan.
Girseya ku di konê sersaxiyê de ciwan bi çepik û tîlîliyan pêşwazî kirin. Girseyê ji bo kesên di tekoşîna azadiya demokrasî û azadiyê de deqîqeyek rêz girtin û piştre sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. Piştî rêzgirtinê ciwanek yê endamê YDG-H’ê têkildarî serdanê axaftinek kurt kir. Di axaftinê de got, ew li beramberî kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane birêz xwe ditewînin û ew dê xwedî li bîranîna Adiyaman derbikevin. Her wiha diyarkir ku, ew dê tekoşînê bidin berdewam kirin
Piştî axaftinê ciwan ji konê sersaxiyê derketin.