Li Mêrsînê 8 kes hatin girtin, li Êlihê kesek hate binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Mêrsînê ji 13 kesên ku hatibûn binçavkirin 8 kes hatin girtin. Li Êlihê ji kesek hate binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Mêrsînê ji 13 kesên ku hatibûn binçavkirin 8 kes hatin girtin. Li Êlihê ji kesek hate binçavkirin.
MÊRSÎN
Li Mêrsinê beriya 14 rojan Endamên Komelaya Gelan û Komelaya Çandê a Pîr Sûltan Abdal jî di nav 13 kes hatibûn binçavkirin û îşkence li wan hatibû kirin. Piştî lêpirsina li midûryeta polîsan karê wan temam bû derxistin pêşberî dadgeriyê.
Endamên Komeleyê ku îfade dane dozger, bi hinceta ku 'endamê rêxistinê' têne sûcdarkirin. Piştî ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin ji 13 kesan, Dîlan Ekîn, Gulbeyaz Karaer, Seval Arici, Ercan Firat, Erkan Koyuncu, Merih Cengiz, Ugur Kan û Yusuf Şah hatin girtin.
ÊLIH
Li Êlihê di serdegirtina malan de, duh, endamên Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Yunus Durdu hate binçavkirin. Durdu ku nayê zanîn bi çi sedemê hatiye binçavkirin , diyar bû ku di Dêrsimê lêpirsînek derbarê wî de hebûya.